Nûçe |
|
 |
Nûçe
|
 |
 |
16.05.2012 15:06 |
|
E’lametîya p’êşekzanê eskerîê Davît’ Camalyan |
“Em careke mayîn bûne şe’dê e’lametîke usa, k’îjan t’u tiştî nabêje, k’îjan nikare h’alê sertbûyî bide sistkirinê. E’lametîên wî cûr’eyî r’ê bona agrêsor vedikin. Li cem admînîstrasîya E’lîêv ew fikir pêşda tê, wekî ew dikarin h’emû tiştî bikin û bêceza bimînin”,- bi şirovekirina e’lametîa h’emsedirê k’oma Mînskê, p’êşekzanê eskerîê Davît’ Camalyan gotîye. Bi fikira p’êşekzan h’emsedirên k’oma Mînskê dicêr’bînin usa bidine k’ivşê, ku piştgirîya t’u k’esî nakin. “ Bi r’astî r’oja îroyîn gerekê bona h’alê sertbûyî cabdarî hebe. Eva nêzîkbûneke usaye, k’îjan r’ûê wê yekêda, wekî r’asîa obyêktîv anegorî wê yekê nîne, şuxulk’arîya hevr’axeberdana û sîstêma navçîgar bêhurmet dike. Em de’wê dikin, ku girêdayî qewimandinar’a lêpirsîn bê derbazkirinê, gunek’ar bêne eşkerekirinê û nêzîkbûna anegor himberî wan bidine k’ivşê. Bona vê yekê t’enê xwestin lazime”,- Davît’ Camalyan gotîye û bîr anîye, wekî alîê ermenîa merem danenîye pêşîya xwe, ku baxçê zar’okayî li gundê azêrîya bide ber gula. Li ser avtomaşîna bajar’vanîê jî alîê ermenîa êrîş mîaser nekirîye.
/T’ercme- Tîtalê K’erem/
|
|
Zêde bixûne |
|
 |
|
|
|
 |
 |
|
|
 |
 |
|
|
 |
Nûkirina dawyê:
16.05.2012 15:07 |
 |
 |
Îro 17.05.2012
|
 |
|
 |
|
 |
|
 |
|
 |
|
 |
|
 |
|
 |
 |
|
 |
|
 |
 |
NÛÇEYÊN GIRÎNG |
 |
16.05.2012 15:07
Sêrj Sargsyanê serokk’omar li p’ayt’extê Fêdêrasîya R’ûsîaê- Moskvaê t’evî civîna p’êşk’êşî 2O-salîya îmzekirina peymana derheqa bêqezqîabûna kolêktîvda û dehsalîya sazkirina Peymana Bêqezîabûna Kolêktîv bûye
Sêrj Sargsyanê serokk’omar li p’ayt’extê Fêdêrasîya R’ûsîaê- Moskvaê t’evî civîna p’êşk’êşî 2O-salîya îmzekirina peymana derheqa bêqezqîabûna kolêktîvda û dehsalîya sazkirina Peymana Bêqezîabûna Kolêktîv bûye. Hatîye r’agîhandinê, wekî serokê welatên endamên t’eşkîletê derheqa pirsên ort’emiletîêye we’dê niha, global û r’êgîonêda xeberdane. Feydaên şuxulk’arîya t’eşkîletêye nava deh salên derbazbûyîda hatîye guvtugokirinê. Dawîa civînê dêklarasîya hatîye qebûlkirinê, k’îjanêda h’alê ort’emiletîêyî t’omerî, şuxulk’arîya Peymana Bêqezîabûna Kolêktîv hatine qîmetkirinê. Serokên welatên endamên t’eşkîletê anegorî dakûmêntê merem û prînsîpê peymanê îzbat kirine.
/T’ercme- Tîtalê K’erem/
|
16.05.2012 15:06
Li Moskvaê Sêrj Sargsyanê serokk’omar r’astî serekwezîrê R’ûsîaê Dmîtrî Mêdvêdêv hatîye
Li Moskvaê Sêrj Sargsyanê serokk’omar r’astî serekwezîrê R’ûsîaê Dmîtrî Mêdvêdêv hatîye. Girêdayî qulixa nûr’a, Sêrj Sargsyan careke mayîn Dmîtrî Mêdvêdêv pîroz kirîye û açixî bo wî xwestine, guman e’lam kirîye, wekî li wê qulixêda jî Dmîtrî Mêdvêdêvê alî qewînkirina dostîya ort’a Ermenîstanê û R’ûsîaêda bike. Serokê h’ukumata R’ûsîaê bi guman e’lam kirîye, wekî hevk’arîya wan wê berdewam bike û t’evgirêdanên dostîê wê bên xweykirinê. Dmîtrî Mêdvêdêv Sêrj Sargsyan girêdayî bijartinên li Ermenîstanêr’a û serk’evtina partîa bi serk’arîya wîr’a pîroz kirîye. Ewî gotîye, wekî ewê bibe r’êke baş bona pêşk’etina Ermenîstanê. Mêdvêdêv sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî Fêdêrasîya R’ûsîaê wê h’emû alîada alî wan şuxulk’arîya bike.
/T’ercme- Tîtalê K’erem/
|
 |
|
|